• DOLAR 32.56
  • EURO 34.98
  • ALTIN 2440.267
  • ...
Siyonîst dê Şerîaya Rojava îlhaq bikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji sala 1967an vir ve çeteyên siyonîst li Şerîaya Rojava 131, li Qudsa Rojhilat 10 û li devera girikên Şerîaya Rojava 116 deverên dereqanûnî ava kir. Niha jî şebeka terorê bi yasayek terorî ya dereqanûnî Şerîaya Rojava îlhaqî nav axên îşxalê kir.

Navenda Komîteya Partiya Lîkûdê ya çeteyên siyonîst di dengdayîna konferansa li Qudsê hat çêkirin de ji bo temamê Şerîaya Rojava têxin bin kontrola îşxalê û ji bo avahiyên nû yên deraqanûnî bên avakirin bangî parlementoya siyonîstan kir.

Ew yasaya ku tê xwestin lazime di sê civînan de were şîrovekirin û dû re bê dengdayîn.

Di vê navberê de berdevkê hikumeta Filistînê Yûsûf el-Mahmûd bertek nîşanî biryara navenda komîteya Partiya Lîkûdê ya çeteyên siyonîst da.

Mahmûd destnîşan kir ku ev biryar bi awakî eşkere îxlalkirina biryarên Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ye. Mahmûd di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku "paytextê 'Fîlîstîn' yê ebedî Qûdus e, berya niha wisa bû û wê ji vir pê de jî wisa dewam bike."

Serokê Emerîkaya Emperyalîst Doland Trûmp di 6ê Kanûnê de qaşo paytextê çeteyên siyonîst wek Qudsê nas kiribû. Piştî vê biryarê şebeka terorê bajarê Rojavayê Şerîa yê ku di bin îşxalê de ye faliyetên avakirina avahiyên dereqanûnî zêde kir.

Li deverên çeteyên siyonîst îşxal kirine û yên ku avahî lê çêkirine nêzîkî nîv mîlyon siyonîst dijîn û li Qudsa Rojhelat jî 220 hezar siyonîst dijîn. Çeteyên siyonîst armac dike ku bi avakirina avahiyên nû hejmara siyonîstan derxin milyonekê. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir