• DOLAR 32.5
  • EURO 34.965
  • ALTIN 2441.1
  • ...
Li Kabîla paytexta Efxanistanê êrîşa bombeyî: 48 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di êrîşa bombeyî ya ku li paytexta Efxanîstanê, li navenda çandê hat rastkirin de heta niha herî kêm 48 kesî jiyana xwe ji dest dan û 30 kesjî birîndar bûn.

Berdevkê Wezareta Karûbarên Hundir yê Evxanîstanê îfade kir ku kesên hatin rakirin nexweşxaneyê rewşa wan girane û ji zêdebûna hejmara miriyan metirsê tên kirin. 

Rêvebirên Emnîyetê destnîşan kirin ku êrîşa xwekujiyê li avahiya navenda çandê ya ku ajansa xeberan ya Dengê Efxanistanê jî lê bû hat kirin.

Di hindurê navenda çandê ya ku bi navê Tabyanê de saziyên wek ajansa xebera û navendên perwerdehiyê jî hebûn.

Di êrîşa ku di dawiya hefteyê de li navenda saloqatîyê hatibû kirin de herî hindik 6 kes miribûn.

Wekî tê zanîn di meha gulanê de li devera ku temsîlkariyên dîplomatîk lê hebûn bombeyek hatibû teqandin û di encama êrîşa bombeyî de ji 150 kesî zêdetir însanî jiyana xwe ji dest dabûn. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir