Li Kabîlê êrîşa xwekujîyê: 6 mirî
Li Kabîla paytexta Efxanistanê kesekî ku bombe li ser xwe girê dabû xwe li ber avahîya sereke ya rêxistina îsîtxbaratê teqand, di encama teqînê 6 kes mirin.
Hat ragihandin li Kabîla paytexta Efxanistanê li taxa Şeş Derekê kesekî ku bombe li ser xwe girê dabû xwe li ber avahîya sereke ya rêxistina îsîtxbaratê teqand, di encama teqînê 6 kes mirin.
Ji teref Berdevkê Wezareta Karên Hundir ê Efxanistanê Necîp Daniş ve derbarê mijarê de hat ragihandin di êrîşê de herî kêm 6 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan û 3 siwîl jî birîndar bûn.
Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxaneyan.(ÎLKHA)