• DOLAR 32.29
  • EURO 34.74
  • ALTIN 2401.43
  • ...
"Ji ber ku pêşnûmaya Qudsê bi hejmareke zêde hat qebûlkirin em kêfxweş in"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qerara Serokê Amerîka Donald Trump a derbarê Qudsê de li Lineya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de hat gotûbêjkirin û debbarê pêşnûmayê deng hat dayîn. Di encama dengdayîna ku hat kirin de pêşnûmaya Qudsê bi dengê 128 welatan hat qebûlkirin û bi vî awayî qerara Amerîka ya Qudsê wek paytexta sîyonîstan naskirin hat redkirin.

Serokomar Recep Erdogan piştî vê dengdayînê derbarê mijarê de ji ser twîtterê daxuyanîyek da û diyar kir: "Ji ber ku pêşnûmaya Qudsê bi hejmareke zêde hat qebûlkirin em kêfxweş in. Em li benda Trump in ku demildest ji vê qerara ku daye vegere. Ez ji wan hemû kesên ku destekê dane doza Quds û Fîlîstînê re li ser navê xwe û navê milletê xwe teşekur dikim."(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir