• DOLAR 32.555
  • EURO 34.953
  • ALTIN 2443.801
  • ...
 "Quds li benda nevîyên Selahaddînê Eyyûbî ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Diyarbekirê ji teref HUDA PARê ve ji bo qerara Serokê Dewleta Amerîka Donlad Trump a derbarê Qudsê de bê şermezarkirin mîtîngeke bi navê "Em li Qudsê xwedî derdikvin" hat tertîpkirin. Di mîtînga ku bi sedhezaran kes beşdarî bûnê de Muîn el Rifaîyê Berdevkê Hareketa Cîhada Îslamî ya Fîlîstînê derbarê mijarê de hest û ramanên xwe anîn zimên û diyar kir "Quds li benda nevîyên Selahaddînê Eyyûbî ye."

"Lê mizgînîya Selahaddînê Eyyûbî hat û bû wesîleya hurrîyeta Eqsayê"

Rifaî di axavtina xwe  ya ku li mîtîngê kir de bi gotina "Ey newîyên Selahaddînê Eyyûbî" bangî xelkê kir û dû re axavtina xwe zêde kir: " Çawa ku we artêşên xaçperestan ji Eqsayê derxistibe bi heman awayî jî îro wê meydana  dagirt û hûn ê siyonîstan, cihûyan ji Eqsayê derxînin înşallah. Nêzî sed salî artêşên xaçperest û xiristîyanan Qudsê îşxal kiribûn. Ummet wê çaxê perçe perçe û bê hêz bû. Lê mizgînîya Selahaddînê Eyyûbî hat û bû wesîleya hurrîyeta Eqsayê."

"Quds li benda nevîyên Selahaddînê Eyyûbî ye"

El Rifaî di berdewama axavtina xwe de diyar kir sîyonîstên cihû nêzî 70 salan Mescîda Eqsayê îşxal kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Siyonîst zarokên Mescîda Eqsayê û pîr û qalên wê şehîd dikin. Ew niha li benda nevîyên Selahaddînê Eyyûbî ne."

Rifaî di dawîya axavtina xwe de diyar kir qerara ku ji teref Trump ve hatiye dayîn îlankirina şer e û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: " Ev helwest li hember muqaddesata însanetîyê îlankirina şer e. Her wisa bi vê qerarê tê xwestin dengê temamê Mislimanên dinyayê bê qutkirin."(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir