• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Yapicioglû: Çeteyên sîyonîst wek terorîstê sereke îlan bikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglû li ser malpera xwe ya fermî ya twîtterê biryara Serokê Emerîkaya îşxalker Doland Trûmp ya ku 'bajarê ji bo Mislimana Miqedese, Qudsa şerîf' qaşo wek paytexta siyonîstan naskiribû de daxiyaniyên girîng belav kir.

Yapicioglû destnîşan kir ku li herêmê pirsgirêka herî mezin hebûna çeteyên siyonîstin û ji bo ev pirsgirêka ji holê rabe lazime şebeke ya terorê ji temamê ciyên ku îşxal kiriye bê derxistin û Filistîn bighêje azadiya xwe. Yapicioglû di berdewa beyanata xwe de îfade kir ku, ger ji bo zilim bê sekinandin siyasetek baş neyê kirin ev zilma wê li ser axa Filistîn tenê nemîne, wê temamê însaniyetê têxe bin bandora xwe.

Yapicioglû êrîşên şebekeya terorê yên liser Mescîdî Aqsa nirxand û got: "Êrîşên îro li Mescîdî Aqsa tên kirin li hember temamê umetêye tên kirin. Lazime li hember van êrîşana cepheyek berxwedanê ya mişterek bê avakirin.

Yapicioglû di dawiya beyanata xwe de wisa got: "Ez bangî hikumetê dikim, ji bîr nekin hûn di meqamên kirinê de ne û lazime hûn van gavana demildest bavêjin; Devji naskirina dewleta çeteyên siyonîst berdin û temamê têkiliyên xwe qutbikin. Çeteyên siyonîst wek terorîstên sereke îlan bikin. Temamê dewlet, sazî û kesên destengê didinê têxin listeya kesên 'Destengê didin terorê' û dest bidin ser malên wan. Ban Sefîrê xwe yê Tel Avîvê bikin. Temsîlkarên şebakeya terorê yên li Tirkîyê demildest derveyî sînor bikin. Sehaya hewayê ya Tirkiyê ji teyarên sîvîl heta ji temamê firandinê siyonîstan re bigrin. Firandina teyareyên ku diçin balafirên di destê sîyonîstan deye teva qedexe bikin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir