• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
"Quds; axa berxwedana biratîya umetê ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di beyanata çapemenîyê de ji xêynî Saziyên Civakî yên Sivîl, Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê M. Huseyîn Yilmaz, endamê GÎKê yê HUDA PARê Vedat Tûrgût, Serok Bajarê HUDA PARê yê Diyarbekirê Şexmûs Tanrikûlû, Serok Bajarê Partiya Saadetê yê Diyarbekiri Fesîh Bozan û Serokê Şaredarîya Bajarê Mezin yê Diyarbekirê Cûmalî Atîlla beşdarî daxuyaniya çepemeniyê bûn.

Daxuyanîya çepemenyê li ser navê Saziyên Sivîl yên Îslamî ji teref Bariş Oktay ve hat xwendin.

Oktay îfade kir ku Quds axa berxwedana biratiya umetêye û paytexta wê ye û qetîyen wê ji çeteyên sîyonîst re neyê terk kirin. Oktay, balkişand ser qerara Serokê Emerîka Trûmp îlan kir ku qaşo Quds wek paytextê siyonîstan nas kiriye û bi vê yekê herbek xaçperestan ya nû daye destpêkirin.

"Ger Mislimanan dîktatorên serê xwe qewirandibana û bibûna yek tiştê îro dibin wê nebana"

Oktay destnîşan kir ku ev biryara Trûmp ya bêhed qethiyen tu zamanî wê neyê naskirin û wisa got: "Ev serê sed salîye çeteyên siyonîst li hember Fîlîstînîyan bi awakî wehşîyane bê çawa zordarîyê dike malûmê me tevaye û ji bo ÎSaraîla mezin ava bikin bê çi wehşetê dikin li ber çavana. Lê belê tiştên vî çeteyê siyonîst har dike ne tenê piştgirîya Emerîkaye. Ji piştgirîya Emerîka zêdetir bê dengiya Umetê û zileta umet têdeye çeteyên îşxalker hardike. Ger Mislimana dîktatorên serê xwe qewirandibana û bûbûna yek wêtişên îro tên serê menebana. Encex di gel vê rewşa em îro têde bila her kes bizani be em qethiyên Qudsê teslîmî siyonîstan nekin." 

Oktay îfade kir ku Quds ne bêxwedîye û wisa got: "Quds ji bo Mislimanan emanetê Hz. Suleyman, Hz. Îsa, Hz. Mûhammed, Hz. Omer û Selahaddînê Eyyûbîye. Emê li vî emanetî xwedî derkevin û qiweta Emerîka û çeteyên sîyonîst wê negêjê kû vî emanetî ji destê Mislimanab derxe. 

"Em tev ji bo Qudsê azadbikin amadenin wek Selahaddîn derkevin rê"

Oktay di berdewama axaftina xwe de ragihand ku biryara Serokê Emerîka Trûmp daye, sûcekî sîyasîye û wisa got: "Biryara Serokê Emerîka ya ku we neqil kirina sefareta dewleta xwe ji Tel Avîvê bibe Qudsê di esra 21 yekê de sucê herî mezin yê sîyasîye.  Hiqukê Navneteweyî, biryarên Neteweyên Yekbûyê, normên exlaqî, danehevên dîrokî û tiştên li holê dide zanîn ku Qudus ya Îslamê ye.Bêhed û cahilên wek Trûmp nikarin vê rastiyê biguherin. Ger bi awayî dixwazin tepkî û sebra Mislimanan bipîve; ji vir em ji temamê xaçperestan re îlan dikin ku tu dem û zemanî emê Qudsê ji bo popolîzma we neke qurban. Bila temamê dinyayê vê bizanibin."

Oktay di dawiya daxuyaniyê de îfad kir û got: "Lazime dewletên Îslamê li hember vê gavê micadela lazime bikin û heman rêyên dîplomatîk bikar bînîn. (ÎLKHA)





















































Bu haberler de ilginizi çekebilir