• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
 "Pêwîst e tespîta ceyrana qeçax di bin çavderîya sazîyeke xweser de be"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Şubeya Diyarbekirê yê Komeleya  Mafên Xerîdaran Nîyazî Kavar  destnîşan kir bo mexdûrîyet çênebin pêwîst e tespîta ceyrana qeçax di bin çavderîya sazîyeke xweser de be.

Kavar di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir TEDAŞ û DEDAŞ  şîrketên belavkirinê ne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ji ber wê yekê karekî wan kontrolkirina qeçaxê jî heye. Di vê bergehê de ew bi teref in. Lewra kesê firoşker ew in. Fîrmaya firoşker a ku tespîta rewşê dike ji ceyrana ku difiroşê parayan qezenc dike. Bo zirarê neke li gor xwe tedbîrinan distîne. Li vê derê ji xwe di holê de ye ku ew bi xwe bi teref."

Kavar di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê DEDAŞ bibe mekanîzmeyeke ewlehîyê ya bê teref û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: " Di warê tespîtkirina ceyrana qeçax de welatî gazin û gilîyan dikin. Pêwîst e tespîta ceyrana qeçax di bin çavderîya sazîyeke xweser de be."(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir