• DOLAR 32.566
  • EURO 34.967
  • ALTIN 2443.469
  • ...
Ewrûpa erdheja li Herêma Kurdistanê nedît!
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di Lijneya Giştî ya Parlementoya Ewrûpayê ya ku li Strazbûrgê di serokatiya Antonîo Tajanî hat kirin de  rojev hat nirxandin. Di dema nirxandinê de Januzs Lewandowskiyê Polonyayî ya ku endamê Koma Partiya Xelk ê Ewrûpayê destûra axavtinê stand û got ku di vekirina Lijneya Giştî de  rêzgirtin û merasîma bîranînê ya bo kesên ku di bobelatan de jiyana xwe ji dest dane bûye adet û kevneşopî.

Lewandowskiyê ku diya rkir di erdheja ku li ser sînora Îran-Iraqê pêk hat de bi sedan kes jiyana xwe ji dest dane û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Divê di Parlementoya Ewrûpayê de  bi van kesên ku ji erdhejê tesîradar bûne hestên piştgiriyê û şefqatê bên nîşandan." Û ji ber ku bo vê yekê rêz nehat girtin parlementoyê rexne kir.

Serokê Parlementoya Ewrûapyê Tajanî wisa bersiv da rexneyên ku hatine kirin: " Min ji lîderên her du welatan re nameya sersaziyê û piştgiriyê şand."

 Dû re Franz Obermayrê Awûsturyayî yê ku Endamê Koma Ewrûpaya Azadiyan û Neteweyan  destûra axavtinê stand û diyar kir li herêmê hêj bi şikleke kamil xisar nehatiye tespîtkirin û dû re wiha got: " Divê Yekîtiya Ewrûpa dest bi hereketê bike. Divê mijara kirina alîkariya însanî bê anîn rojevê."

Obermayr di berdewama axavtina xwe de banga weşandina danezaneke li Komisyona Ewrûpayê û Konseya Ewrûpayê kir.Lê belê ev bang bi dengdayîna ku di rojeva Lijneya Giştî hat kirin de hat redkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir