• DOLAR 32.549
  • EURO 34.964
  • ALTIN 2443.224
  • ...
Qesap ji firotina goştên li marketên zincirî re bertekdar in
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Tepkiyên li dijî derhanîna goşt û firotina wê tenê li 2 marketên zincîrî yên ku li 81 bajarên Tirkiye û navçeyên wê yên ku ji teref Wezerata Ajaldarî, Xurek û Çandiyê ve tên kirin dewan dike. Di warê derhanîna goşt de qesabên Semsûrê tepkî nişanî vê dirûmê dan û îfade kirin ku ji dêla derhanîna goşt ve lazim e piştgiriyê bidin ajaldariyê. 

Abdullah Keser diyar kir ku bi sala ye ew qesabiyê dike û di warê deranîna goşt  de got ev sepan, wê qesaban mexdûr bike û îthalkirina goşt bi temamî îhtîyacê gel nabîne û wisa pêde çû: "Lewra gelê me dixwaze bi çavê xwe bibînin û qasî dixwaze goşt bigre. Lê belê goştê ku tê îthal kirin û li marketan tên firotin ser wan girtîye û di pekêtan de ye."   

"Xizmeta ku qesabên me ji bo gelên me dikin, market nikarin bikin"

Keser di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku : "Berya niha jî, piyasa goştê îtha hebû. Encex goştê îthal ji bo di izxara de bê çêkirin ne munasîb e. Tenê meriv dikare di xwarinê de çêbike. Xizmeta ku qesabên me ji bo gelên me dikin, market nikarin bikin."

Keser destnîşan kir ku ji dêla derhanîna goşt ve lazim e piştgiriyê bidin ajaldariyê û wiha got: "Dema goştê îthal ji piyasê rabe kesên bixwaze keysperestiyê bikin wê bikaribin goşt bi bihakî zêde bifiroşin. Li hêla din ji ber em civakek musliman in, di warê helalî û heramiyê de jî hesasiyetên me hene. Serjêkirina wan ajalan, me difikirîne."

Qesab Muhsîn Çelîkten destnîşan kir ku divê di serî de pişgiriyê bidin gundiyan û dû re wisa pêde çû: "Lazim e mahsûlên ku gundî hildiberîne dewlet bi bihakî baş ji wan bikire an wê gundî koçî bajaran bikin û dê koçberî dest pê bike û ev jî dê dirûma zîraet û ajaldariyê paşve bixe."

Çelîkten diyar kir ku: "Hilberên heywan, êmê hewyanan, ceh û genim ji mecbûrî biha dikirin. Ev jî tu bixwaze nexwaze kirîn û firotina heywanan biha dike. Ji ber qesab ajalan biha dikire dema ew jî kara xwe davên ser bihayê wan zêdetir dibe." 

"Çima dewlet goştê berxan îthal nake?"

Çelîkten di berdewama axavtina xwe de diyar kir "Ji bo welatiyên me yên goştê berxan dixwazin çima dewlet goştê berxan îthal nake?" û dû re wiha got: " Em perê ceyranê û mesrefên xwe yên din nikarin bidin. Ev sepandina bi vî awayî wê esnafan zêdetir têxe bin zor û zehmetiyê. Bi vî awayî esnafên biçûk tên xala qedandinê. Çima tenê li 2 marketên zincirî ev goşt tê firotin. Ger wisa be bila goştê erzan bidin qesaban da em jî bikaribin bi erzanî bifroşin. Baş e çima goştê berxan jî bi erzanî û heman bihayî nafiroşin?"

Çelîkten di dawiya axaftina xwe de got rehetiyên ku qesab ji bo welatiyan pêşkêş dike marketên zincîrî nikarin ji welatiyan re bikin û got: "Em dizanin li taxên me kî heye kî tuneye. Kesekî biyanî carekê bê taxên me em dizanin. Li hêla din cîranên me yên tên ji me goş dikirin hin caran ji me perê deyn jî distînin. Feqet îmkanên welatiyan li van marketan tuneye. Li marketan tenê têkiliyen esnaf û mişteriyan hene". (ÎLKHA)

 









Bu haberler de ilginizi çekebilir