• DOLAR 32.556
  • EURO 34.948
  • ALTIN 2440.38
  • ...
Ji Mehkemeya Bilind a Federal a Iraqê qerara "referandûma serxwebûnê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mehkemeya Federal a Iraqê  derbarê qerara ku ji  teref Birêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê ve hatiye dayîn de qerara xwe ragihand. Di  daxuyaniya ku hatiye dayîn de mahkeme qala girîngiya yekîtiya Iraqê kir û destnîşan kir makeqanûn ji herêman re mafê veqetîna ji Iraqê nade.

Yas Samukê Berdevkê Mahkemeya Federal di daxuyaniya ku belav kir de wiha got: "Mehkemeya Federal a Iraqê di civîna îro de derbarê maddeya yekemîn a makeqanûnê de qerara xwe da. Di encama civînê de hat qerardayîn ku  maddeya ku qala wê hat kirin û maddeya 109emîn  mafê nade ku yekîtiya axên Iraqê bê parçekirin û divê ev yekîtî bê mihafezekirin."

Birêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê di 25ê Îlonê de referandûm tertîp kiribû û di encama referandûmê de ji sedî 93 deng bo serxwebûnê hatibûn dayîn. Ji ber vê yekê birêveberiya Iraqê bo wan heremên bi nîqaş ên di destên Pêşmergê de bistînin operasyon da destpêkirin û di encama operasyonê de temamê Kerkukê ji destên Pêşmergeyan hat derxistin.

Serokê Birêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî ji ber geşedaniyên ku rû dan Yekîtiya Niştîmanên Kurdistan a ku cihê xwe terk kirin wek berpirsiyarê bûyerê girt, Hareketa Goranê yê ku muxalif e jî di warê ji destdayîna Kerkukê de Barzanî bi zimaneke tund rexne kir û xwest ku Barzanî îstîfa bike.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir