Li Erebistana Siûd 11 prens û 4 wezîr ji bêrêtiyê hatin binçavkirin
Hat ragihandin li Erebistana Siûd 11 prens, 4 wezîr û bi dehan wezîrên berê di bergeha lêpirsînabêrêtiyê de hatin binçavkirin.
Li gor xebera ku Al Arabiya ragihand, li gor qerara Komîsyona Micadeleya li Dijî Bêrêtiyê ya ku di bin serokatiya Muhammed bîn Selmanê Welîahd û Wezîrê Parastinê de hat damezrandin derheqê 11 prens, 4 wezîr û bi dehan wezîrên berê di bergeha lêpirsîna bêrêtiyê de hatin binçavkirin.
Hat ragihandin li Erebistana Siûd wezîfeyên hinek wezîran hat guhertin û hinek wezîr jî derheqê wan de qerara binçaviyê hat dayîn. Li gor xebera ku SPAya ajansa nûçeyan a fermî ya Erebistana Siûd li gor qerara Komîsyona Micadeleya li Dijî Bêrêtiyê ya ku di bin serokatiya Muhammed bîn Selmanê Welîahd û Wezîrê Parastinê de hat damezrandin derheqê 11 prens, 4 wezîr û bi dehan wezîrên berê di bergeha lêpirsîna bêrêtiyê de hatin binçavkirin.(ÎLKHA)