• DOLAR 32.788
  • EURO 35.16
  • ALTIN 2457.99
  • ...
Bi deh hezaran kes beşdarî Îmtîhana Kahniya Qur'anê bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Platforma Nesla Qur'anê li giştiyê Tirkiyê îro di seet 10.30an de bi navê "Kahniya Qur'anê ya Nesla Qur'anê" îmtîhanek tertîp kir û îmtîhan di seet 12.00an de bi dawî bû. Îmtîhana ku bi deh hezaran kes beşdar bûn li 46 bajêr û 100 nevandan hat tertîpkirin.

Îmtîhan ji 3 qategoriyên cuda pêk hat. Di qatagoriya ewil de ji zarokan 60 pirs hat pirsin û di herdû qatagoriyê din de jî, ji ciwan û mezinan 80 pirs hatin pirsîn. 

Kesên beşdarî îmtîhanê bûn ji ciyê serlêdan li îmtîhanê kirin cûda ketin îmtîhanê û îmtîhan ji teref wezîfedarên Platforma Nesla Qur'anê ve hat raskirin. Kesên ketin îmtîhanê ji bo vê pêşbaziya bi xêr xwêdan rijandin. Hat dîtin ku hejmara kesên ketin îmtîhanê zêdeye.

Li hêladin kesên ji bo îmtîhanê hatin hewşa mekteban kelecana wan ji çavê wan dihat xwendin û hejmara herî zêde kesên ketin îmtîhana Kahniya Qur'anê zarok û pîrek bûn. Kesên ketin îmtîhanê ji teref wezîfedarên platformê ve şekir dan wan û dê û bavên zarokan li hewşa mektebê bi kelecan bende zarokên xwe man.

Encama îmtîhanê wê îro di seet 20.00 de di televizona Rehber TVde di bernamaya "Sınav Özel" de wê bên bi cewab kirin.

Serokê Platforma Nesla Qur'anê Mela Beşîr Şîmşek derbarê mijarê de ji nûçegîhanê ÎLKHA yê re peyivî  û destnîşan kir ku ew wek platformê hersal îmtîhanên ji bo Qûran hê baş bê fêhmkirin vê îmtîhanê tertîp dikin.

Şîmşek diyar kir ku ev sala 5a ye em vê îmtîhanê tertîp dikin û wiha dewam kir: "Îro li giştiyê Tirkiye îmtîhana Kahniya Qur'anê hat tertîpkirin. Hemd ji Xwdêre em dinerin îmtîhan bi şeklekî coş derbas dibe. Gelê me bersiv dan gaziya me, ehemiyet dan Qur'anê û bi zav û zêçan tev hatin mekteban û ketin îmtîhanê. Dê û bavên zarokan bi destê wan girtin û hanî mekteban vê dirûmê em pir kêfxweş kirin."  

"Em dixwazin mesaja Qur'anê bighînin gelên xwe"

Mela Beşîr Şîmşek bi bîr xist ku li 46 majar û zêdeyî 100 navendan îmtîhan hatiye tertîpkirin û wiha got: "Bi deh hezaran kesan mureceetî îmtîhanê kirin. Piştî encama îmtîhanê bê eşkerekirin emê zanibin çenk kes beşdarî îmtîhanê bûne. Di warê îmtîhanê de bi giştî me pirsgirêkek mezin nekişand. Lê belê li hinek ciyan me pirsgirêkên burokratîk yên nelazim ditîn. Têştên wer em bir bi xemgînî pêşwazî dikin. Em dixwazin mesaja Qur'anê bighînin gelên xwe. Em dibêjin lazime astengiyên burokratîk tunebin lê bêle mixabin li hinek cîhan çêdibe."  

"5 kesên ku têkevin derecê emê wan bi şandina umrê xelat bikin"

Şîmşek diyar kir ku encama îmtîhanê wê di demek kurt de bê eşkere kirin û li axaftina xwe wisa zêde kir: "Piştî komîsyonên me encama îmtîhanê bigrin emê di demek kurt de encama îmtîhanê eşkere bikin. 5 kesên ku têkevin derecê emê wan bi şandina umrê xelat bikin û li hêladin jî di warê bajar û navçeyan de kesen têkevin asta bilin emê wek platformê zêdeyî 700 xelatî bidin wan. Çalakiyên me yên bi vî rengî wê dewam bikin. Heman karên ku em dikin em dixwazin berdewam bikin lewra Pêxemberê me (sav) dibêje 'Emelê herê bi xêr yê daîmîye'. Heta îmkan û derfetên me hebin emê xelkê xwe bi Qur'anê re bidin naskirin. Di van îmtîhanên mede her çi sal derbas dibe zêdetir kes beşdar dibin û em hêvî dikin ku di salên pêşiya me de wê hê zêde bi kêf û coş van îmtîhana yê bên tertîpkirin."

"Jiyanek bê Qur'an, bê neslên me xistiye çi halî, malûmê me tevaye"

Şîmşek îfade kir ku îhtîacê civaka mê bi îmtîhanên manewiyata meriv bilind bike heye û axaftina xwe wisa bidawî kir: "Gêlên me Misliman û dîndarin. Ger mesaja me wek pêwiste bighêjê xelkê me em bawerin wê tevecuhek zêdetir nîşanî van îmtîhana bên kirin. Lewra jiyanek bê Qur'an, bê neslên me xistiye çi halî, malûmên me tevaye. Bi taybetî em dinerin dê û bav di nav izdirabek çawadeye em dibînin. Ciwanên me ji bê manewiyat, bê bawerî û bê îbadet perîşan bûne. Her roj diçe nesla me hê ber bi xerabiyê diçe. Ji ber vê yekê dê û bavên zarokan tevecuhek mezin mîşanî van îmrîhana didin. Tenê bila dengê me bighêje gelên me. Gêlê me li dînê xwe li Qur'ana xwe û li îsama xwe xwedî derdikeve. Îro bi van îmtîhana em carek din dibin şahid. Ji ber tevecuha gelên me em malavahiya xwe tînin ziman. (ÎLKHA







































Bu haberler de ilginizi çekebilir