• DOLAR 32.987
  • EURO 35.364
  • ALTIN 2455.639
  • ...
"Xizmetên li Nisêbînê tên kirin divê welatiyan mexdûr neke"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê Serokê navçeya Nisêbînê yê HUDA PARê Seyfettîn Ağirman derbarê xebatên piştî hilweşandinê hatine kirin ji ÎLKHAyê re peyivî û diyar kir ku ji xwe gelên me têra xwe hatine mexdûr kirin, ji bo zêdetir neyên mexdûr kirin lazim e demildest xebatên ku tên kirin bên qedandin.

Ağirman diyarkir ku ji bo çalên PKKê li Nisêbînê vekiribûn bên girtin û berbestên hatiyê çêkirin bên rakirin 5 caran qedexeya derketinê derve hatiye îlankirin û cara herî dawîn di 14 dê Adarê de qedexeya derketina derve hat îlan kirin û di 25 Tîrmehê de jê hinek hatibûn rakirin.

Ağirman îfade kir ku piştî qedexeya derketina derve hat îlan kirin, li navçeyê gelek hilweşandin hatin rast kitin û gelên me ketin dirûmên zor û zehetiyê .

Di berdewama axaftina xwe de Ağirman wiha got: "Niha hinek malbat di kirê de rûdinîn, hinek jî li derveyî bajêr û hinek jî dabeşbûye. Divê gavek berî gavekê xaniyên wan bên qedandin û gelên me bighêjin malên xwe. Niha avakirina xaniyan dewam dike. Temeniya me eve ku; berya zivistan were xebat bên qedandin. Ger miletên me salak din jî zivistanê bi vî awaîy derbas bike wê pirsgirêkên pir mezin derkevin holê."

"Dibistana ku bi tirliyonekê hat îhalekirin zahf kêmasiyên wê hene"

Ağirman da zanîn ku li Nisêbînê 6 tax bi temamî hatin hilweşandin û digek vê hilweşînê tendirustiyê jî darbeyek mezin girtiye.

Ağirman wûsa li axaftina xwe zê de kir: "Niha li mektebê, di warê dersxaneyan û di warê mamosteyan de pidgirêkên mezin tên kişandin. Di pevçûyinan de Lîseya Suleyman Bölunmez xisarek mezin dît û ji bo bê restore kirin îhale hat kirin û hat çêkirin. Lê bêle li gor em dibînin û seh dikin ji bo vê mektebê bê çêkirin tirîlyonek pere hatiye dayin lê belê tu tadîlat nehatiye kirin. Mersele hê niha jî şûna guleyan li dîwar heye û camên destşokê jî şikestîne.

"Dibistanên ku çêkirina wan dewam dike ne bese"

Ağirman di warê avakirina mekteban de axufî û got: "Hûn dizane 6 taxên me hatibûn xerakirin. Xebatek TOKÎ heye. Li qada TOKÎ avahiyan înşa dike, tenê dibistanek, dibistana navîn û lîseyek tê avakirin. Ev jî qet ne bese. Hewl tê dayin ku di sala hindekarî û perwerdehiya 2018-2019an de derbasî sîstema yekîtiyê bên kirin. Ji ber zarokên me wê êdî dahnekî herin mektebê ev mektebana têra xwendekaran nake. Ne mimkune dudu an sê mekteb têra xwendekarên 6 taxan bike. Divê ev bê ferqkirin û mektebên nû bên avakirin.

"Ciwanên mubtelayî tiryakê bûne divê bên tedawî kirin"

Ağirman diyar kir ku pewiste ciwanên mubtelayî tiryakê bûne bên tedawî kirin û bi taybetî lazimê li pêşiya mektaban ji bo tiryakê tedbîrên ewlehiyê bên girtin.

Ağirman di warê micadela li hember tiryakê jî agahî da û wisa dewam kir: "Dema mekteb hat vekirin di warê micadela li hember tiryakê de konferans hatin dayin lê belê ev pirsgirêka hê jî dewam dike. Li gor rêziknameyê; divê li derdorên mekteban cixare û araq neyê firotin lê belê firoşgehên dora mektebê dikarin vana bifroşin zarokan. Zarokên li derdora mekteban duçarê tiryakê bûnê bi destê xwe zirarê didin zarokan. Em hêvî dikin li derdora mekteban tedbîrên ewlehiyê hê zêde bên girtin. Zarokên duçarî tiryakê bûne tenê binçavkirina wan ne bese lazime van zarokana bên tedawî kirin û ji bo carek din nekevin van riyên xerab tedbîr bên girtin. Heta ev tiştana neyên kirin hûn nikarin zaroka bi tirs û binçavkirinê ji van îşana dûr bixin. Lewra ev ne çareseriye. Mixabin saziyên me yên perwerdehiyê li hember van pirsgirêkana rû bi rû dimînin."    

"Divê xebatên bingehî û xaza siruştî jî bên kirin"

Ağirman îfde kir ku li Nisêbînê xebatên bingehî di şûna perçe perçe bên kirin li giştiyê Nisêbînê tên kirin û vê dirûmê esnafan mexdûr dike. Ji ber di temamê rêyan de xebatên kolanê tên kirin û rê tev xerabene, toz û tebar esnafan mexdûr dike.  

Ağirman derbarê xabatên bingehî de axifî û got: "Hinek temsîlkarên saziyên sivîl ev dirûma ji Qaymeqam re gotin. Piştî vê hinek tedbîr hatin girtin lê belê ev tedbîrana ne bese. Ji Nisêbînê bi xwe xaza siruştî nerdikeve lê belê tê gotin xaza siruştî nedin Nisêbînê. Ger ev xaza ji Nisêbînê derdikeve divê bidin Nisêbînê. Em dixwazin bi xebatên bingehîre xebarên xaza siruştî jî bên kirin. Ger wê paşê bê çêkirin çima mesrefek dinê bê kirin... Ewê bibe îsraf. Ji ber vê yekê em hêvî dikin xebatên bingehî û ên xaza siruştî tevde bên kirin. Înşallah kerbidestên di van mijarana de baldar bin. Lewra piwisriya Nisêbînê bi vê heye. Bi taybetî piştî 6 taxên wê hilweşiyan ev karê hêsandin bê kirin."

"Divê mesref di cîde û di wextê de bên kirin"

Ağirman axaftina xwe wisa bi dawî kir: "Ez bangî temamê karbidestên li Nisêbînê dixebitin dikim! Gelê me berî niha hatine mexdûr kirin. Lazime hûn vê mexdûriyetê li ber çavan bigrin û xebatên xwe li gor wê dewam bikin û gavek berî gavekê ev mexdûtiyrtana bi dawî bên kirin. Li hêladin em dixwazin çi di warê çêkirina avahiyan, çi jî di warê xebatên bingehî û çi jî di warê perwerdehiyê de mesrefên tên kirin di cîde û di wextê de bên kirin. Ev heqê vî miletiye, em ne razîne tu kes vî heqî paşçav bikin."

Li Nisêbînê çi qewimîbû?

Li navçeyê çi kemînên PKKê danîbûn û înfîlak hatibû kirin û çi jî ciyê PKKyî lê bûn bi sîlêhên giran hatibûn gulebarandin nêzîkî 30 her mal bi temamî hatin xerakirin.

Wekî tê zanîn di operasyonên li Nisêbînê dihat kirin de Fermandarê artêşa Tirkiyê yê 2yemîn Orgeneral Âdem Hûdûtî, Fermandarê 7 emîn yê baskordûyê Korgeneral Îbrahîm Yilmaz û Serfermandarê tûgayê Salîh Kirhan operasyon îdare dikirin û di çarçoveya rêxistina FETO de di 15 Tîrmehê de hatibûn girtin. 

Ji bo welatiyên malên wan hatibûn xerakirin li taxa Abdulqadîr Paşa, Firat, Dîcle û Yenîşehîrê ji teref Serokatiya Îdareya Avahiyên Komî (TOKİ) ya Serokwezîriyê 4 hezar û 600 avahî dihat çêkirin lê heta niha malên welatiya nehatiye qedandin û teslîmî xwediyê wan nehatiye kirin. (ÎLKHA)

 



















Bu haberler de ilginizi çekebilir