• DOLAR 32.255
  • EURO 34.72
  • ALTIN 2405.306
  • ...
Ajovan bertek nîşanî zema benzînê û motorînê didin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sendîqaya Kardarû Mahsûlên Petrolê (PÜİS)ê destnîşan kiribû ku wê ji tarîxa 31 Cotmeha 2017an pê de li benzînê 12 quriş û li motorînê jî 17 quruş zem bê kirin.

Li gor vê zemê li Sêrtê litreya motorînê 5 lîre û 16 quruş ya benzînê jî wê bi 5 lîre û 63 quruşa bê kirîn.

Li Sêrtê ajovanên veguhastina komelî tepkî û bertekê nîşanî vê rewşê didin û dibêjin ji ber zemê emê mexdûriyetan bikşînin.

Ji ajovanan Levent Ekîncî dibêjê: "Em ji karbidestan dixwazin alîkariya me bikin. Bila vê zemê nekin. Êdî bese, em nikarin bixebitin! Ez li ser guzergeha Sêrt- Şirnexê dixebitim. Ji bo rêya 90 kîloêtre ez 180 lîre pere xerc dikim. Ji xwe em tengasiya rêwiya dikşînin. Êdî em nizanin emê çi bikin. Ez dibêjim êdî emê qontaxê bigrin." 

Musa Erîşê ku di navbeyna Sêrt-Diyarbekirê de ajovaniya rêwiya dike wiha got: "Ji ber zema sotemeniyê êdî em nizanin emê çi bikin. Hin caran rêwiyên em dibin heqê sotemeniya me dernaxin. Em 200 kîlometre rê diçin. Em ji zema sotemeniyê re dibêjin êdî bese, vê zemê em perîşan kir. Êdî bila ji vê zemê re çareyek bê dîtin. Her sibê em bi zemek nû şiyar dibin. Em rojekê dinerin dibêjin bihayê sotemeniyê ketiye dibe roja din em dinerin 3 qat zêdetir bûye."

Nevzat Nasê ev 26 salê di navbera Sêrt û Qûrtalanê de ajonaniya rêwiya dike dibêje ev bi salaye em bi xisarê dixebitin, mexdûr dibin û digel kara wan hindik bû dîsa mazot zem kirin.

Mehmet Emin Elçîçek jî îfade kir ku êdî bihayê mazotê 5 lîre derbas kiriye û wiha got: "Di nav bajêr de li hember lîreyekê em 12 kîlometre rê diçin. Ev 10 salê mine ez ajonaniya rêwiya dikim. Êdî em nikarin bixebitin. Ji ber bace û zemên sotemeniyê em hat rewşa ku êdî em qontaxan bigrin. Divê ev bihayê sotemeniyê bê daxistin."

Lokman Taşkesen destnîşan kir ku di vê meha dawi de li sotemeniyê zêdeyî lîreyekê zem hat kirin û got ger ev wisa dewam bike emê qontaxa wesaîtên xwe bigrin. (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir