Li Diyarbekirê PKKyiyek hat kuştin
Di operasyona ku li Licêya Diyarbekirê berdewam dike de PKKyiyek hat kuştin.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Diyarbekirê ve hat dayîn de hat ragihandin di encama operasyona ku îro berdewam dikir de derdora seat 00.10an de di nav sînorên milkî yên gundê Leyhosora Licê pevçûn derket. Di encama pevçûna ku derket de PKKyiyek hat kuştin û cebilxane û muhîmat hat bidestxistin.(ÎLKHA)