Li Şirnexê operasyona PKKê: 19 binçavî
Li dijî kargehên dezgehê yên ocaxên komirê operasyona PKKê hat lidarxistin, tev de 19 kes hatin binçavkirin.
Hat ragihandin li dijî kesên ku berê li Herema Ocaxên Komirê ya Şirnexê bi şikleke bêrûxset komir derxistine û di warê maddî de alîkarî ji PKKê kirine operasyon hat lidarxistin, di encama operayona ku hat lidarxistin de tev de 19 kes hatin binçavkirin.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Şirnexê ve hatiye dayîn de hat destnîşankirin di heman demê de li Şirnex û navçeyên wê di 25ê Cotmehê do seat 06.00an de operasyon hat lidarxistin û di operasyonan de 19 kesên ku berê li Herema Ocaxên Komirê ya Şirnexê bi şikleke bêrûxset komir derxistine û di warê maddî de alîkarî ji PKKê kirine hatin binçavkirin.(ÎLKHA)