• DOLAR 32.55
  • EURO 34.974
  • ALTIN 2443.994
  • ...
Erdogan: Amerîka hewil dide wezîfedarê me bixe rewşa îtîrafkar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokomar Recep Tayîp Erdogan  li TBMMê beşdarî civîna koma partiya xwe bû û xîtabî parlementerên ku beşdarî civînê bûbin kir.

"Dema ku ev kar xelas bûn jî, em baş dizanin dinyayê rakin ser piyan"

Erdogan di axavtina xwe ya ku kir de derbarê rojeva derve û ya hundir de nirxandinan kir. Erdogan diyar kir dema ku Amerîka li Raqqayê di ser sûc de hat girtin rabû got ku 'Ocalan merivekî mirov jê re bi hurmet be nîne.' Ev gotin li welatekî mîna Amerîkayê  nayê û dû re wiha got: " Ka hûn dergûşa demokrasiyê bûn? Qeweta we tenê bes ji 13 parêzvanên Tayyîp Erdogan re ku exlebeyên wan rûyê Amerîkayê nedîne dike. Ji hêla din ve tiştekî gelek  ecêb heye; wezîfedarê banqayeke me yê ku 6 caran diçe Amerîka û jê vedigere di cara 7an de tê binçavkirin.  Piştî vê yekê jî jê re dibêjin tu wisa bike ev tu wiha jî bike ev qas; bi vî awayî hewil tê dayîn wî bikin îtîrafkar. Em taqîbkerên  vê yekê ne. Dema ku ev kar xelas bûn jî, em baş dizanin dinyayê rakin ser piyan, em ê van temaman rave bikin."(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir