• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
5 xuşk û birayên ku defter, qelem û çanteyên wan tuneye nikarinbiçin mektebê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbata Arslan li Qosera Mêrîdînê îqamet dike û tev de ji 7 nefsan pêk tê.  Di malbata ku tê de tu kes tuneye bixebite û debara malê bike de  5 zarok nikarin biçin mektebê; lewra derfeta dê û bavê wan tuneye ku ji wan re amûrên kirtasiyê bistînin. Ji ber vê yekê malbat li benda rayedar û xêrxwazan in.

 "Mamosteyên  zarokan dibêjin wan bişînin naxwe ew ê ceza ji we re bê"

 Rûken Arslana ku zilamê wê bêkar e derheqê mijarê de diyar kir  pêwîst e her 5 zarokên wê biçin mektebê, lê belê ji ber bêderfetiyê ew nikarin zarokên xwe bişînin û  dû re qala mexdûriyeta malbata xwe kir: " 5 zarokên min hene. Zilamê min nexweş e,  tu kesî nîne ku debara mala me bike.  Ji ber vê yekê em zehmetiyê dikşînin. Ez  bang li rayedaran dikim. Em di haleke pir xirab û nebaş e de ne, em nikarin zarokên xwe bişînin mektebê. Bila ji me re alîkarî me kirin. Lîsteyek dane destên zarokên me bihaya her yek lîsteyê 80 lîre ye, ka em ê çawa bidin, îmkana me tuneye. Mamosteyên  zarokan dibêjin wan bişînin naxwe ew ê ceza ji we re bê. Ger wisa berdewam bike em qet nikaribin zarokên xwe bişînin mektebê û ger alîkarî neyê kirin ew ê xewn û xeyalên zarokên nîvrê bimînin."

Bunyamîn û Fehîme Arslana ku zarokên malbatê ne  derbarê mijarê de diyar kir ew dixwazin biçin mektebê, dema ku hevalên wan diçin mektebê ew di pey wan de digrîn, xwendin heqê me ye jî, bila alîkarî bê kirin.(ÎLKHA)
 

Bu haberler de ilginizi çekebilir