• DOLAR 32.278
  • EURO 34.738
  • ALTIN 2402.486
  • ...
Di vegera zozanê de qeza: 2 mirî 7 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Hawêlê (Baykan) şofêrê qamyonetê hakimiyeta dîreksîyonê wenda kir û qeza kir. Di encama qezayê de 2 kes mirin 7 kes jî birîndar bûn.     

Li gor agahiyên hatin wergirtin qamyoneta ku ji zozanan vedigerya û malbatek tê de bû li mevkîya gundê Ergîna Hawêlê qeza kir. Qamyoneta bi plaqeya 13 KA 765 a ku şofêrê wê Kerem Balakanê 40 salî bu hakîmiyeta dîreksîyonê wenda kir û li kêleka rê qelibî. Di encama qezayê de kesên navê wan ne eşkerene yek jin û yek jî zilam tev de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan 7 kes jî birîndar bûn.           

Midaxeleya ewil ji teref yekîneyen girêdaye cendermeyên ku nêzîkî cîye bûyerê bûn ve hat kir.

Piştî ku xeber hat dayîn tîmên tendirustiyê hatin sewqkirin cîye bûyerê. Birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê û hatin xistin bin tedawiyê.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)

 









Bu haberler de ilginizi çekebilir