Li TÜPRAŞê teqîn: 4 mirî
Li rafîneya TÜPRAŞê ya li Îzmîrê di tanqa depokirinê deteqîn pêk hat, di encama teqînê de 4 kes jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin di teqîna ku li rafîneya TÜPRAŞê ya li Alîağaya Îzmîrê pêk hat de 4 kes jiyana xwe ji dest dan.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di derdora seat 09.25an de li rafîneya TÜPRAŞê ya li Alîağaya Îzmîrê di tanqa depokirinê de teqîn pêk hat. Di encama teqînê de 4 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî giran birîndar bûne.
di daxuyaniya ku ji teref Qeymeqamtiiya Alîagayê ve hatiye dayîn de hat diyarkirin teqîn ji ber zext û fîşara di tanqê de pêk hatiye.
Piştî teqînê gelek ekîbên îtfayê û her wiha ambûlans sewqî cihê teqînê hat kirin.
Di daxuyaniya ku ji teref TÜPRAŞê ve daxuyaniyek hat dayîn, di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyakirin di dema lêniherîna tanqê de teqîn pêk hat.(ÎLKHA)