Ji nexweşê ku felcê lê xistiye û ketiye nav dest û piyan re rapora ji sedî sed sexlam dan
Li Diyarbekirê ji nexweşê ku felcê lê xistiye û ketiye nav dest û piyan re rapora ji sedî sed sexlam dan ku malbat ji vê yekê re bertek û reaksiyon nîşan da."
Osman Kaplanê ku felcê lê xistiye û ketiye nav dest û piyan li gundê Nivêya Çinarê îqamet dike, malbat diyar kir ji Osman Kaplanê ku felcê lê xistiye û ketiye nav dest û piyan re ji teref heyeteke ku ji 8 doxoran pêk dihat ve li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî rapora ji sedî sed sexlem hat dayîn.
Nûrê Kaplanê ku ji rewşê re bertek nîşan da diyar kir ji xwe ji sedî 70 rapora wî ya astengdarbûnê heye û berî vê 2 salan li heman xestexanê raporeke ji sedî 50 astengdar hatiye dayîn û niha jî rapora ji sedî sed sexlem hatiye dayîn ku Nûrê ji ber vê yekê ji rewşê re bertek nîşan da.
Nûrê Kaplan di berdewama axavtina xwe de diyar kir zilamê wê êdî nikare mama bi xwe jî bixwe û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ev bû 2-3 roj ku nikare nanê xwe bixwe, êdî birîn di laşê wî de derdikevin. Rewşa wî li ber çavên we ye û jê re rapor nadin. Li malê jî tu kesî min tuneye û ew ê lawê min jî biçe eskeriyê. Ez bi tena serê xwe dijîm, nexweş im; bi min re tansiyon û astim heye. Hûn rewşa me dibînin."
Kaplan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew bi xwe li zilamê xwe dinêre û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Em zilamê min dibine xestê, doxtor ji me re dibêjin tu tiştî wî tuneye, rapor nadinê. Weke ku hûn dibînin rewşa wî li ber çavan e, em bi kefçiyan bi zorê mama didinê. Me zilamê min di xestê de razand, doxtor dibêjin tu tiştî wî tuneye. Heyet jê re rapora sexlembûnê dayê û gotiye 'tiştekî wî tuneye."(ÎLKHA)