• DOLAR 34.126
  • EURO 38.234
  • ALTIN 2915.72
  • ...
 "Pêwîst e ew bernameyên ku dê zirarê bidin nasnameya xelkê me neyên kirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ew ê li 8emîn Fuara Seyahat û Turîzmê ya Wanê bê vekirin û ew ê di vê fuarê de komeke dansê dê danîşekê bike. Ji ber vê danîşana koma dansê saziyên civakî yên siwîl ji vê danîşanê re bertek nîşan dan û diyar kirin pêwîst e ew bernameyên ku dê zirarê bidin nasnameya xelkê me neyên kirin.

Recep Karabulakê Serokê Şûbeya Wanê yê Cemiyeta Mustezafan  derheqê mijarê de nerazîbûna xwe anî ziman û diyar kir ev cûr bername nasnameya xelkê  hildiweşîne.

Karabulak di berdewama axavtina xwe de diyar kir tertîpkirinên wan  mîhrîcanên ku  ne li gor orf, adet û dîn in me xemgîn dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Xelk her ku diçe dikeve haleke ku tê asîmîlekirin, tevlî fesadê tê kirin û nirxên xwe yên exlaqî winda dike. Di serî de di destên wan waliyên OHAlê û her wuha di destên temamê îdarevanên din de rayeyên bêsînor hene. Diviyabû ew kes bi van fersendan tiştên nebaş bi qenciyê îzale kiribana. Lê belê ev kes di mîhrîcanên ku li dijî orf û adet û dîn û baweriya xelkê ne tertîp dikin ku ev yek kî me xemgîn dike. Govend gerandina bi jin û mêr xelet e. Em dixwazin ku bila ji wê xeletiya ku dikin haydar bin."

Yusuf Türkê Sekreterê Komeleya Piştevanî û Perwerdehiyê ya Sebrê jî derheqê mijarê de diyar kir  exlebeyê civakê Misliman e û dû re wiha got: "Îdarekirina civakekê bes ne tertîpkirinên bernameyên maddî ye. Ji ber wê yekê divê heyata uhrewî ya wê civakê jî bê fikirîn. Lê belê ev cûr bername zirar didinhim axret û him jî dinyaya civakê."(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir