• DOLAR 34.127
  • EURO 38.211
  • ALTIN 2915.932
  • ...
200 hezar çêlîkên masiyan hatin berdan Bendava Goksuyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

200 hezar çêliyên sazanan ên ku ji teref Midûrtiya Herema 10emîn a Karên Avê yên Dewletê ve ji Bendava Kebanê hatin anîn hatin berdan Bendava Goksuyê.

Qeymeqamê Çinarê Selamî Kaya, Midûrê Herema 10emîn a Karên Avê yên Dewletê Murat Dagdevîren û midûrên şubeyan ên Karên Avê yên dewletê beşdarî bernameya berdana avê ya çêliyên masiyan bûn.

Dağdevîrenê ku Midûrê Herema 10emîn a Karên Avê yên Dewletê ye derheqê mijarê de diyar kir ew ê heta dawiya vê salê 4 milyon çêlîkên masiyan din jî berbidin golên bendavan.

Dağdevîren di berdewam axavtina  xwe de diyar kir  ew bi van xebatên ku dikin ji rexekî ve masîgiriyê dewlemed dikin û dû re wiha li axatina xwe zêde kir: "Di vî warî de em xebatan dikin. Me îro 200 hezar çêliyên sazanan ên ku ji teref Midûrtiya Herema 10emîn a Karên Avê yên Dewletê ve ji Bendava Kebanê hatin anîn  berdan Bendava Goksuyê."(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir