Serokkomar Erdogan û Pûtîn hatin bal hev
Serokê Dewleta Rûsyayê Vlademîr Pûtîn bi daweta Serokkomar Recep Tayyîp Erdoganhat Enqerê.
Serokê Dewleta Rûsyayê Vlademîr Pûtîn bi daweta fermî ya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan hat Enqerê û li Kulliyeya Serokkomartiyê hevdîtinek kirin.
"Îro me mijarên mîna Irak û Sûriyê mutalaa kir. Em di warê yekîtiya axên Sûrî û Iraqê de wek hev difikirin"
Serokkomar di hevdîtina ku hat kirin de derheqê referandûma ku li Kurdistana Iraqê hat kirin de wiha axivî: "Tû meşrûtiyeta wê referandûma li Birêveberiya Herema Kurd a Iraqê tuneye. Heqê tu kesî tuneye ku bi berjewendiyên şexsî û demkî heremê bavêjin xeterê. Divê em rê li ber bigrin da ku Birêveberiya Herema Kurd a Iraqê piştî referandûmê xeletînan din neke."
Serokê Dewleta Rûsyayê Vlademîr Pûtîn jî di hevdîtinê de diyar kir ew û Serokkomar Erdogan di warê referandûma ku li Birêveberiya Herema Kurd a Iraqê hat kirin axivîne.(ÎLKHA)