• DOLAR 32.569
  • EURO 34.927
  • ALTIN 2440.517
  • ...
Komel: Em ê di referandumê de bêjin "erê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî ku pêvajoya referandûma serxwebûnê li Herêma Kurdistana Iraqê destpêkir, Hareketa Civaka Îslamî (Komel) jî wek Hareketa Guhertinê (Goran), piştgirî nedabû referandûmê. Hareketa Civaka Îslamî ya Kurdîstanê (Komel) bi daxuyanîyeke nivîskî eşkere kir ku ew ê di referandûmê de dengê "erê" bidin û piştgiriya  referandûmê bikin. 

Di daxuyaniya ku  ji teref Komel ve hat weşandin de derheqê mijarê de wiha hat gotin: "Wexta ku ji her mirovekî Kurd serxwebûna Kurdistanê  bê pirsîn bêguman wê bersiva wan "erê" be. Ji ber vê yekê em wek Hareketa Civaka Îslamî em ê ji bo Kurdistana serbixwe bêjin 'erê'. (İLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir