• DOLAR 32.55
  • EURO 34.974
  • ALTIN 2443.994
  • ...
 "Konseya Bilind a Referandûma Kurdistanê" modela dewletê daxuyand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Konseya Referandûm û Hilbijartina Bilind a Xweser ve derbarê encama ku dê sibe derkeve de daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniya ku hat dayîn de Konseya Referandûm û Hilbijartina Bilind a Xweser destnîşan kir ger di encama referandûmê de Kurdistan serxwebûna xwe îlan bike ew  di modela dewletbûnê de pergela komerê bê esasgirtin û ew ê temamê komên qewmî û dînî di sazkirina dewletê de bibin damezrenêrên eslî.

Di civîna çapemeniyê ya ku li Hewlêrê hat lidarxisti de temsîlkarên Konseya Referandûm û Hilbijartina Bilind a Xweser jî amade bûn û metna daxuyaniyê ji teref endamê komîsyonê Xelîl Îbrahîm ve hat xwendin. Xelîl Îbrahîm di civînê de destnîşan kir ew ê temamê cudahiyên Kurdistanê bên parastin û ew ê belgeya 15 maddeyî ya ku tê de heq û mafên hindikaniyên li Kurdistanê heye dê ji teref Parlementoya Kurdistanê ve bê îmzekirin.

Îbrahîm di berdewama axavtina xwe de diyar kir di warê parastina Kurdistanê de temamê koman bibin xwediyê mafên wekhev  û ew ê demografiya li cihên dîrokî dê bên parastin. Îbrahîm her weha got ku Kurdî, Erebî, Turkmenî, Suryanî û Ermenîkî dê bibin zimanê fermî yê Kurdistana xweser û ew ê ew kesên ku ne Mislimanin dê karibin bi şikleke azad li gor baweriya xwe bijîn û ew ê bibin xwediyê heq û hiqûqên xwe.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir