• DOLAR 32.565
  • EURO 35.038
  • ALTIN 2449.12
  • ...
 "Bi destê dewletê leystandin û teşwîqkirina qumarê ne exlaqî ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bi daxuyaniya ku hat belavkirin dahatên leystikên sala borî yên  li Tirkiyê hatin daxuyandin.  Li gor daneyên ku hatine ragihandin Tirkiye bi dahatên qumara ku di bin navê leystikên şansê yên bi navê "piyangoya millî" û leystikên şansê" de bi dest xistiye gelek welatên Ewrûpayê li pey xwe hiştiye û bûye sêyemîn.

Di daxuyaniya ku ji teref Serokatiya Karên Civakî ya HUDA PARê ve hat dayîn de hat ragihandin  bi destê dewletê leystindina qumarê û teşwîqkirina wê ne exlaqî ye .

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ji armancên dewleta civakî armancek jî ji xezanî û feqîrtiyê xelaskirina civak û şexsan e û dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: "Ji armancên dewleta civakî armancek jî ji xezanî û feqîrtiyê xelaskirina civak û şexsan e û hazirkira derdoreke ku însan tê de bi şerefa xwe bijiye. Ev yek bi xwedîderketina nirxên manewî û exlaqî yên ku însan bi qedr û qiymet dikin mimkûn e."

"Qumar malik li yekî xera dike"

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ji rexekî ve ji zaroktiyê heta mezin bibin ji însanan re qalkirina neexlaqîbûna qumar, dizî û tiştên hwd. û ji rexê din ve jî bi destê dewletê leystandin û teşwîqkirina qumarê ne samîmiyet e û ne exlaqî ye û dû re wiha hat gotin: " Ev tiştên wisa dibin ji holê rabûna nirxên exlaqî û qumar tu feydaya wê tuneye û malik li yekî xera dike."

 "Dewlet divê xelkê teşwîqî qezenca keda helal bike"

Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin divê dewlet tedbîran bistîne da ku civak ji nirxên xwe yên exlaqî dûr nekeve û dû re wiha dawî li daxuyaniyê hat anîn: " Divê dewlet xelkê teşwîqî wan leystikên qumarê neke; bereks divê  xelkê teşwîqî qezenca keda helal bike û bo vê yekê temamê derfetan pêşkêş bike."(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir