• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Personelê ku 20 hezar TL da xwediyê wî: Min wezîfeya xwe ya însanetiyê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Kahtaya navçeya Semsûrê personelekî ewlehiyê yê bi navê Murat Işikê ku di nexweşxanê de dixebitî bi helwesta ku nîşan da cardin di bîran xist ku însanetî nemiriye. Lewra personel 20 hezar TLya zilamekî kal ê ku pereyên xwe li nexweşxanê ji bîr kir da xwediyê wî.

Işikê ku me derheqê mijarê de pê re hevdîtin kir derhqê mijarê de diyar kir ji ber ku wî wezîfeya xwe ya însanetiyê kiriye pir bextewar û şad e.

Işik di hevdîtina ku me pê re kir de wiha got: "Ez di acîla  Nexweşxaneya Dewletê ya Kahtayê de wek personelê ewlehiyê dixebitim. Dema ku di acîlê de dixebitîm nexweşik hat û çantaya xwe li wir ji bîr kir. Piştî ku nexweş çû haya min ji çantayê wî çêbû û min hilgirtiyê. Di anv çantê de mîktarek pê re hebû. Hema min rasterast da midûr. Min tiştê ku li ser milê min diket kir û ji ber vê yekê jî ez bextewar û şad im."

Mehmet Altinkiliçê ku çantê xwe li nexweşxanê ji bîr kir derheqê mijarê de diyar kir dema ku ew ji bo çantê xwe werbigre vegeriyaye nexweşxanê û çantê wî teslîmî wî hatiye kirin ecêbmayî maye  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Heta ku li memleket kesên bi ewlehî hebin înşallah em ê  bigihijin asteke bi ewlehîtir. Xweda ji wan razî be."

Serhekîmê Nexweşxaneya Dewletê ya Kahtayê  Op. Dr. Abdulqadîr Dost jî derheqê mijarê de diyar kir personelê ewlehiyê helwesteke nimûne nîşan daye.(ÎLKHA)

 













Bu haberler de ilginizi çekebilir