• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Yetîm-Dera Ewrûpayê ji Mislimanên Arakanî re alîkarî kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yetîm-Dera Ewrûpayê yê ku saziya alîkariyê ya navneteweyî ye Mislimanên Arakanî yên ku ji ber êrîşên hovane yên çeteyên budîst reviyane û xwe spartine kampên penaberan ên li sînora Bangledeşê re alîkarî kir.

Weke ku tê zanîn çawa ku ji mêj ve li Arakana Myanmarê êrîşî li Mislimanan tên kirin îro jî bi heman awayî êrîşên çeteyên Budîst û hikûmeta Myanmarê li dijî Msilimanan berdewam in. Di van êrîşên ku tên kirin de mal tên şewitandin, zêc û zarok, ciwan extiar, biçûk û mezin çi qas Misliman hebin bi şikleke wehşîyane û hovane ji teref çeteyên budîst û endamên artêşê ve hatin qetilkirin. Ji ber vê qetlîama ku tê kirin bi hezaran Mislimanan hatin qetilkirin û bi sedhezaran Misliman jî ji naçarî warên xwe terk kirin.

Arîkarê Serokê Giştî yê Yetîm-Dera Ewrûpayê Huseyîn Ateşê ku derheqê alîkariya ku saziya wan ji Arakaniyan re kirine de agahiyan da derheqê mijarê de diyar kir ew di bergeha kampanyaya alîkariyê ya ku dane destpêkirin de ji 150 malbatên Arakanî re alîkarî kirine.

Ateş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber wan êrîşên çeteyên budîst di van rojên borî de tev de 20 hezar Mislimanên Arakanî xwe avêtine kampên penaberan ên li ser sînorê  Bangledeşê. Ateş dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Kapasiteya li kampan di ya rastiyê 3 hezar kesane ye; lê belê niha di van kampan de 30 hezar kesên penaber hewil didin bijîn. Ji ber vê yekê mişkîle derdikevin holê. Li gor tespîtên me niha tiştê herî acîl av e. Ji ber vê yekê divê hejmara bîrên avên zêdetir bikin.Lewra bîrên avê yên niha têra wan nakin.Her wiha ji ber ku hejmara penaberan zêde dibe gelek mişkele jî bivê nevê derdikevin holê. Ji ber vê yekê jî divê demildest cihên strînê yên di kampan de bên zêdekirin. Lewra ji ber baranên havînê Arakanî bi nexweşiyê re rû bi rû mane. Her wisa di kampan de pêdiviya dermanan heye. Ji ber van pêdiviyan em ji saziyên alîkariyê yên navneteweyî, di serî de hikûmeta Bangledeşê û welatên din ên Îslamê vedixwînin wezîfê.

Ateş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ê alîkariyên wan berdewam bikin.(ÎLKHA)

 







Bu haberler de ilginizi çekebilir