Çavuşoglu bo Arakanê bang li welatên Îslamê kir
Wezîrê Karên Derve Çavuşoglu derheqê wehşeta li Arakanê de diyar kir "Êdî divê emçareseriyeke mayînde bimînin.Em bang li welatên Îslamê û li rêvebererênwan dikin. Êdî di vî warî de bêdeng nemînin û hesasiyeta xwe nîşan bidin."
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu di civîna çapemeniyê ya hevpar a ku bi Wezîrê Karên Derve Maldîvan Muhammed Asim re da de balan kişand li ser zilm û wehşeta ku li Arakanê tê kirin û wisa got: "Em êrîş û zilma ku li Arakanê tê kirin şermezar dikin û her wiha qebûl jî nakin. Êdî divê em çareseriyeke mayînde bimînin.Em bang li welatên Îslamê û li rêvebererên wan dikin. Êdî di vî warî de bêdeng nemînin û hesasiyeta xwe nîşan bidin. Ev zilm û muameleya neînsanî bi vî awayî berdewam nake."(ÎLKHA)