• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Serokkomar Erdogan: Dinya ji Myanmarê re ker û lal e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dinya ji wan qetlîamên ku Myanmarê tên kirin  ker û lal bûye

Serokkomar Recep Tayyîp Erdoganê ku doh êvarî di bernameya televîzyonê ya ku beşdarî bû de derheqê qetlîamên ku li Myanmarê tên kirin de destnîşan kir divê li dijî wan qetlîamên ku tên kirin bedeng neyê mayîn û dû re wiha got: "Mixabin Myanmar, Arakan... Ez û pîreka min em tev de çûbûn Arakanê û me bi rayedaran re hevdîtin kiribû. Me digel Neteweyên Yekbûyî jî pêvajoyê şopand.Lê belê dinya ji Myanmarê re bûye ker û lal. Ev bûyera dawî jî gelek nebaş û pîs e. Em hîn bûn ku gavin hatine avêtin ku ev gav bûne sedema mirina nêzî 3 hezar însanan. Em vê bi şikleke tund şermezar dikin."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir