• DOLAR 32.561
  • EURO 34.958
  • ALTIN 2444.249
  • ...
Arîkarê Serokwezîr Bozdag derheqê "Myanmarê" de daxuyanî da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bekîr Bozdagê ku Arîkarê Serokwezîr e ji ser hisaba xwe fermî ya twîtterê  derheqê wehşeta Budîstan a li Myanmarê de daxuyanî da.

Bozdag di daxuyaniya ku belav kir de destnîşan kir di bûyerên ku di 25ê Tebaxê destpêkirin de gelek kes jiyana xwe ji dest dane  û birîndar bûne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "

 "NY Û LGNY, divê wan kesên ku vê qetlîamê dikin bidin sekinandin"

Em wê qetlîama li Myanmarê ya ku jenosîd û qirkirinê tê bîran şermezar dikin. Em ji ber wan şiddet, mirin û birîndarbûnan xemgîn, mehzûn û bi fikarin. Me çendîn caran got ku ew ê ew mişkîleyên li Rakhaynê bi bûyerên tundiyê neyên çareserkirin. Divê Neteweyên Yekbûyî, Lijneya Giştyî yê Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî  li dijî vê qetlîama ku jenosîd û qirkirnê tînê bîran bêdeng nemînin  û vê qetlîamê demildest bidin sekinadin."(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir