• DOLAR 32.53
  • EURO 34.977
  • ALTIN 2436.363
  • ...
Yûsufiyê ku nikaribû beşdarî dawata xwe bibe: Em berata xwe ji Xwedê hêvî dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di wan salên 90î de ji teref JÎTEM, PKK û FETO ve bêhed û bêhisab zext, qetlîam û cinayet li kesên dîndar û mutedeyyîn hatin kirin. Kesên dîndar  û mutedeyyîn ên ku hewil didan li gor baweriya xwe bijîn bi komplo û kumpasan hatin mexdûrkirin ku hêj mexdûriyetên van kesên dîndar berdewam dike. Kesên Yûsufiyên ku li wan zilm û tehdayî hatine kirin û bi salan di girtîgehê de tên girtin niha li benda edalet û azadiyê ne.

Ji van Yûsufiyên ku di salên 90î û 2000an de serî li ber zilm û tehdayiyên JÎTEM û PKKê netewand û di vê oxirê de bedel daye û di salên 2000an de ji teref FETO ve hatiye hedefgirtin û bûye mehkûm Îsmaîl Balka ye. Îsmaîl Balkayê ku bi kumpas û komployên daraza FETO ev 17 sal e mehkûm e zewicî, lê ji ber ku di girtîgehê de ye nikarîbû beşdarî dawata xwe bibe.

Dawata ku bi tîlaweta Qur'ana Kerîm dest pê kir bi axavtina Mela Mîzgînê ku  ji ber nasnameya xwe ya Îslamî 14 salan di girtîgehê de hat girtin berdewam kir. Mela Mizgînê ku ji alimên navdar ên herêmê ye di axavtina xwe de diyar kir em ewil ji Xwedê re şikir bikin û wî çawa ji me re emir kiribe bi wî şiklî heyata xwe bidomînin.

Piştî merasîma dawatê nameya Îsmaîl Balka ya ku ji girtîgehê hatibûn şandin ji teref Fehmî Balka ve hat xwendin.

"Ew hakimên ku hikmên wan derbas nabe ceza dan me"

Îsmaîl Balkayê ku di nameya xwe de diyar kir bi salan e ku zilm li wan tê kriin û ew ji teref wan hakimên ku hikmên wan derbas nabe ve hatine cezakirin û dû re wiha got: " Em ketin girtîgehê û em ji malbata xwe dûr ketin. Malbat û naskiriyên me zirar dîtin û zehmetî kişandin, di çavên însanan de me zirar kir û em perîşan bûn û em ketin rewşa ticarê ku top avêtiye. Her çi qas di çavê însanan de em wisa xuya bikin jî di rastiyê de dinya fanî ye û xewqên wê ne ebedî ne. Elbest ew ê rojek dawî li heyata dinyayê were. Dibe ku windabûyîke me dinyavî çêbibe; lê belê em ê riza Rebbê xwe û heyeta ebedî qezenc bikin û mesûd bibin. Ji ber vê yekê ev wezîyeta me ya harabiyetê ya li vê dinyayê dê li axretê bibe wesîleya xilasiyê. Hakimên ku hikmên wan derbas nabe ceza dan me. Ew jî dizanin ku ev hikm ne adil in. Ev ceza çawa ku li qeta Xwedê ne maqûl û adil be, bi heman awayî li ba wan kesên ehlê wicdan jî  batil e. Ew bi vî şiklî wezîfeya xwe kirin û dikin."

 "Tu ehemiyeta vê cezaya ku zilmên ji me re hatiye dayîn tuneye"     

Îsmaîl Balka di berdewama axavtina xwe de wiha got: "Amela evd weke wî/wê fanî ye. Jixwe ev ceza ji bo vê dinyayê ye. Mehkemeya rastî Mahkeme-î Kubra ye. Em ê li wê derê bên darizandin û bi iznillah em ê berata xwe li wê derê bistînin. Di warê zewacê ku ji xweşiktirîn sunnetê Pêxemberê me sunnetek e de min gava xwe avêt. Ez dizanim hûn heta îro li rasta dawateke wisa nehatin. Encax ez dixwazim bibêjim ku çawa tu tiştê me ne weke yên xelkê ji rêzê be; dawata me jî ne wisa ye ku ev jî ji ber şert û mercan e. Dawatên wisa di jiyana Pêxemberê me hene."(ÎLKHA)

 

























Bu haberler de ilginizi çekebilir