Otobûsa rêwiyan qeza kir: 5 mirî
Otobûsa rêwiyan li ser Rêbeja Enqere-Eskîşehîrê qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn.
Hat ragihandin Otobûsa rêwiyan li ser Rêbeja Enqere-Eskîşehîrê qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn.
Qeza li ser Rêbeja Enqere-Eskîşehîrê li mewqiya Ballikuyumcuyê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin otobusa bi plaqeya 53 DJ 338 a ku ji Îzmîrê ber bi Enqerê ve diçû di wextên şeveqê de li ser Rêbeja Enqere-Eskîşehîrê li mewqiya Ballikuyumcuyê qeza kir. Di encama qezaya ku pêk hat de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn.(ÎLKHA)