Kesên ku malên wan ji ber îxtîmala hilweşînêhatine tahliyekirin li benda alîkariyê ne
Li Diyarbekirê ji ber ku kolonên avahiyekê teqiyan avahî hilweşiya. Ji ber hilweşînê avahiyê îxtîmal e ku 4 avahiyên li derdorêavahiyê jî hilweşin. Ji ber vê yekê her 4 avahî hatin valakirin. Şêniyên avahiyan li benda alîkariyê ne.
Di wan rojên borî de li Semta Şehîtlîka Yenîşehîra Diyarbekirê avahiya bi navê Gokdaxê ji ber ku kolanên wan teqiyan hilweşiya. Şêniyên avahiya ku hilweşiya û şêniyên 4 avahiyên derdorê yên ku îxtîmal e hilweşin ji ber ku cîhekî biçine tuneye ji naçarî li derve man.
Şêniyên avahiyan bi şikleke bifikar li benda çareseriyê ne û ji rayedaran alîkariyê teleb dikin.
Şêniyê bi navê Hesen Çîçek ê ku diyar kir ew 3 rojan li derve maye û tû kesî pirsa wî nekiriye. Çîçek dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Qeweta me tuneye em herin dereke din. Ger eşyayên me nihga bidin me em nikarin pîqabekê bigrin û wan bibin derekê. Bila pêşî ji me re îmkaneka wek daîre, kirê yan tiştekî din tedarik bikin û dû re çi dikin bila bikin."
Şêniyê bi navê Nevzat Kar ê ku diyar kir ji ber ku kekê wî di girtîgehê de ye ew mecbûr e ku li du malbatan binêre û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Avahiya ku hilweşiya ev 30 sal e ku riziyabû, tû kesî nehat ji me re negot ev avahî riziyaye û ew ê îro sibe hilweşe. Heta ji berxwe ve hilweşiya. Însan di wê avahiyê de bûn, ger ne bi alîkariya Xweda bana ew ê hemû însan di bin wê enqazê de mabana. Eşyayên me tev di hundir de ne, em mexdûr in û em tev de kirêdar in û ev malbat tev li kolanan radizin. Bila dewlet li me xwedî derkeve."
Kesên bi navê Hanîfe Kar û Kadriye Koyuncu jî derheqê mijarê de diyar kirin ew mexdûr in bila rayedar ji wan re bibin alîkar.(ÎLKHA)