Mehmet Emîn Alpsoyê 70 salî yê ku mehkûmê nexweş e xistin ameliyatê
Mehmet Emîn Alpsoyê 70 salî yê ku mehkûmê nexweş e û ev 17 sal e ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di girtîgehê de ye ji ber fitiqê xistin ameliyatê.
Hat ragihandin Mehmet Emîn Alpsoyê 70 salî yê ku mehkûmê nexweş e û ev 17 sal e ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di girtîgehê de tê girtin îro di derdora 11.00an de ji ber nexweşiya xwe ya fitiqê hat rakirin nexweşxanê. Hat hînbûn Alpsoyê hat rakirin niha di ameliyatê de ye.
Malbata ku bi xebera Alpsoyî bihîst hat nexweşxanê û biha li ber xestê li benda xebereke ku jê bê ne.
Weke ku tê zanîn berî niha malbata Mehmet Emîn Alpsoyê ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî ev 17 sal e di girtîgehê de tê girtin bang li Serokkomar Erdogan kiribû da ku rayeya xwe ya efûkirinê bi kar bîne. Her wiha weke dê bê bîran Şeyhmus Alpsoyê ku lawê Mehmet Emîn Alpsoyî ye ji ber êşa qanserê destên wî kelepçekirî hatibû birin nexweşxanê ku ev yek jî di raya giştî de bûbû sedema bertekên tund.(ÎLKHA)