Di cenazê de selfî kişandin û weke ku mehzûn in hereket kirin!
Hinek kesên ku beşdarî merasîma cenazeya Harun Kolçakê ku berî vê çend rojan ji ber êşa qenserê mir bûn ji ber ku di merasîna cenazê de selfî kişandin û weke ku xemgîn û mehzûn in tevgeriyan bûn sedema reaksiyonan.
Hunermend Harun Kolçak berî vê çend rojan ji ber nexweşiya qenserê li nexweşxaneya ku lê tedawî didît miribû. Gelek kes beşdarî merasîma nimêja cenazeya wî bûn. Di vîdyoyên ku di wextê nimêja cenazê de hatine kişandin de tiştên sosret derketin holê. Hinek kesên ku beşdarî merasîma nimêja cinazê bûn, di merasîna cenazê de selfî kişandin û weke ku xemgîn û mehzûn in tevgeriyan ku ev yek jî bûn sedema bertekan.
Di dîmenan de tê dîtin hevalên Kolçakî weke ku bi hev re ketine musabeqê hewil didin li ber serê tabûtê selfî bikşînin. Tiştê ji vê ecêbtir û sosrettir jî kesên ku hewil didin selfî bikşînin xwe weke ku ji ber mirinê mehzûn û xemgîn in nîşan didin.
Di merasîmê de her wiha hat dîtin gelek kesên ku beşdarî merasîmê bûne bi şikleke xeyrî Îslamî cil û bergan li xwe kirine. (ÎLKHA)