• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Ew ê 15ê Tîrmehê neyê jibîrkirin û em ê nedin jibîrkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokwezîr Bînalî Yildirim  li Weqfa Lêkolînên Civak, Îqtîsad û Siyasetê de axivî. Yildirim di axavtina ku li vê derê kir de diyar kir 'Ew ê 15ê Tîrmehê neyê jibîrkirin û em ê nedin jibîrkirin.'

Li Enqerê li Weqfa Lêkolînên Civak, Îqtîsad û Siyasetê, Sempozyuma Navneteweyî  ya 15ê Tîrmehê hat lidarxistin. Serokwezîr Bînalî Yildirim  ê ku beşdarî sempozyumê bû  di derheqê girîngiya rojevê de axavtinek kir. Yildirim di axavtina xwe de diyar kir êşa darbê hêj di hişande wek îro di hişan de ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Kî çi dibêje bila bibêje ew ê 15ê Tîrmehê neyê jibîrkirin û em ê nedin jibîrkirin. Hêj di hişên me de taze ye."(ÎLKHA)

 

 

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir