• DOLAR 32.564
  • EURO 34.954
  • ALTIN 2444.413
  • ...
Ji zimanê şahidan berxwedana 15ê Tîrmehê-1
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bê şiphe ji sancaktarên ku wê şevê xwe bêtirs berdan meydanê û li hember teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê ya ku bi poştevaniya Amerîka û emperyalîzmê hat kirin sekinî kesek Mehmet Elî Kiliç bû. Mehmet Elî Kiliç wê şeva ku teşebûsa darbê lê hat kirin  ji teref nîşangiran ve hat şehîdkirin. Bav Abdullah Kiliç  di derheqê lawê xwe de diyar kir lawê wî ji bo Îslam û Mislimanan xwe berdaye meydanan û di vê oxirê de canê xwe feda kiriye.

Mehmet Elî Kiliçê 22 salî yê ku eslê xwe Bidlîsî ye  di beşa Mihendisiya Makîneyê ya Zanîngeha Namik Kemalê dixwand û zarokê herî mezin ê malbatê bû.

 "Ji dil û can canên xwe feda kirin"

Abdullah Kiliç serpêhatiyên xwe yên şeva 15ê Tîrmehê wiha anî zimên: " Mehmet Elî ji biçûkayiya xwe ve ji mezinên xwe re bi hurmet û bi edeb bû. Muhendistiya Mekînê xelas kir. Ji derdor, millet, dîn, watan û ala xwe ve gelekî zêde girêdayî bû. Jixwe Misliman ji bo ala xwe derketin derve. Ya rastî ji bo Îslam ji holê ranebe xwe berdan kûçe û kolanan. Şehîd  ji bo menfiatekê derneketin derve. Ev ji dil û can canên xwe feda kirin."

 "Dema ku ji malê derket cara dawî diya xwe maç kir"

Kiliç di berdewama axavtina xwe de diyar kir M. Elî dema ku derket derve weke ku fêm kir ew ê şehîd bibe diya xwe maç û jê xwest ku ew jî wî maç bike û dû re wiha qala wê roja teşebûsa darbê kir: "M. Elî di 15ê Tîrmehê de digel hevalên xwe çûbû behrê û milê xwe êşandibû. Diya wî kremê li milê wî da. Lê ji ber êşa milê xwe îdare nekir û got ez ê biçim xestê. Çorba xwe vexwar û diya xwe maç kir û çû xestê. Di wan rojên din de qet diya xwe maç nedikir dema ku derdiket derve.Dema ku ji xestê derketiye nehat malê û li taxê çû ba hevalekî xwe yê dikandar û ji xebaran dîtiye ku darbe dibe. Ji ber vê yekê li me geriya û xeberê da me û  got 'Serokkomar bang  li xelkê dike da ku xwe berdin kolanan' û ez ê jî biçim. Min jê re got lawê min neçe tu nexweşî, lê wî ji min re got ku 'bavo tiştekî min nemaye, ez baş im.' Em hînbûn Elî rahiştiye bisikleta hevalê xwe û çûyê pirê û  her wiha xortekî 13 salî pê re çûye. Hetta Elî  bi wî xortî de xeyidiye da ku herê mala xwe. Jixwe ew zarok bîskek şûnda dibe hedefa berikan û Elî wî li ser milê xwe diki û wî dibe ambûlansê. Derdora seat 4-5an de me lê geriya û me pê de xeyidî da ku were malê. Lê wî got ez nikarim werim. Piştî demekê hevalê wî geriya û ji me re got ku Elî birîndar bûye û wî rakirine xestê."

Kiliç di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ji bo lawê xwe bibînin çûne xestê û dema ku ew wî dîtine rûyê wî wek şehîdan dikene û wiha dawî li axavtina xwe anî: "Ez ji temamê şehîdan ji Xwedê rehmetê dixwazim û Xweda wan ji pêxemberê me re bike cîran. Ger darbeker werin îdamkirin ev yek cardin dubare nake."(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir