• DOLAR 32.549
  • EURO 34.965
  • ALTIN 2445.806
  • ...
Ev 45 sal e ku debara xwe bi şikandina êzingan dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Hilwana Rihayê Xalê Aslan ev 45 sale ku hewil dide  bi keda xwe debara malbata xwe bi şikandina êzingan  bike. Xalê Aslan ê ku ev 45 sale bi keda helal debara malbata xwe dike dibêje 'Bi keda helal qezenckirin ji her tiştî muhîmtir e.'

Bagiyê ku di derheqê mijarê de diyar kir ew rojane 10 an jî 15 lîre qezenc dike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Emrê 64 e û ev 45 sal ez karê şikandina êzingan dikim. Ji ber ku maaşê min nîne, ez ji naçarî vî karî dikim û di pey de diçim. Lê yewmiya min dernaye. Em dibêjin bila heqê nanê me derkeve besî me ye.Dema ku em tiştekî distînin em nikarin tiştê din bistînin, her wiha dema em nexweş dikevin em nikarin biçin xestê. Bielfî du bela em debara xwe bikin."

 "Bi sihhet bûn û xwarina nanê helal me gelek kêfxweş dike"

Bagi di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew nikare tu karê din bike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ji xwe karê sivik jî nakeve destên me. Carinan em diçin karê mişmişan. Carinan xêrxwaz genimdidin min. Bi sihhet bûn û xwarina nanê helal me gelek kêfxweş dike. Carinan ji ber ku zarok nexweş dikevin. Em diçin hinek pereyan peyde dikinû  em diçin xestê. Niha du zarokên min bêkar in. Carinan diçin karê yewmiyê."

Bagi di dawiya axavtina xwe de diyar kir ger pereyên wî hebana ew ê dev ji vî karî berdabana û ew êdî parîkek be jî li rihetiya xwe nihêrtibana.(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir