• DOLAR 32.571
  • EURO 34.954
  • ALTIN 2444.09
  • ...
Şêx Seîd û 46 hevalên wî li Diyarbekirê hatin yadkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di 92emîn salvegera şehadeta xwe de  Şex Seîd û 46 hevalên wî yên ku hatibû şehîdkirin ji teref Cemiyeta Mustezafan ve di bergeha ‘Bernameya Bîranîn û Fêmkirinê ya Mezlûmên Cîhanê’ de hatin yadkirin. Di bernameya ku xelk eleqeyeke zêde nîşanî da de Endamê GÎKê yê HUDA PARê Mahmud Kilinç û Lêkolîner û Nivîskar Mehmet Baran di derbarê giringiya rojevê de axavtinek kirin.

Endamê GÎKê yê HUDA PARê Mahmud Kilinç di axavtina xwe ya ku kir de qala ehemiyeta doza wî û şexsiyeta Şêx Seîd kir.

 “Berxwedana mêrxasan her tim ji bo xelkên ku stûxwaran bûye ûmîd”

Kilinç di berdewama axavtina xwe de diyar kir hinek kes heyama lê jiyana, hinek kes parçeyeke dîrokê û hinek kes jî temamê dîrokê ronî kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Kesên ku dîrokê ronî kirine bi kufr û şîrkê re micadele kirine û bi vê micadelê  pêşiya xelkê xwe û xelkê ku li pey wan tên ronî kirine. Micadeleya wan ji bo mezlûm û esîran bûye qandîl. Berxwedana van mêrxasan her tim ji bo xelkên ku stûxwaran bûye ûmîd. Derketina meydanê ya van mêrxesan wek derketina tavê bû. Çawe ku mûm  digel ku bihele jî dora xwe ronayî dike, ev şexsên bijartî jî wisa bûn. Ev kes carinan Seîd, Huseyîn û carinan jî Mevdûdî û Seyyîd Kutub in. Ev şexsên mumtaz mîrata giran baha li dûv xwe ji me re hiştine. Bûne dengê mezlûmên ku bi zaliman re micadele kirine. Ev kes warisên pêxemberan in. Qiyam û berxwedana wan her tim ji bo milletên mezlûm bûye hêvî. Her yek ji wan ala tewhîdê bilind kiriye û nobetê jî dewrî kesên li dûv xwe kirine.”

“Îro bi sedhezaran xort, alim û seyda  li Kurdistanê  riya wî dişopînin”

Kilinç diyar kir kadroyên ewil ên rejîmê dev ji dînê xwe berdan û li hember Îslam û Mislimanan herb îlan kirin. Kilinç dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Îtalyan li Libyayê Omer Muxtar şehîd kirin û xulamên wan jî li vê derê Şêx Seîd şehîd kirin. Li gor rejîma Kemalîst du sûcên Şêx Seîd hebûn; Misliman û Kurd bûn. Qiyama Şêx Seîd ji teref hinek derdoran ve tê îstîsmarkirin, lê di heqîqetê de qiyama wî ji bo îlayi kelîmetullah bû. Îro bi sedhezaran xort, alim û seyda  li Kurdistanê  riya wî dişopînin.”

Lêkolîner û Nivîskar Mehmet Baran jî di axavtina xwe ya ku di derheqê mijarê kir de qala qiyama Şêx Seîd û zilmên ku di wê heyamê de hatine kirin kir.(ÎLKHA)











































































Bu haberler de ilginizi çekebilir