• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Fransayê êrîşa çekdarî li cemaeta mizgeftê hat kirin: 8 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li bajêra Avîgnona Fransayê êrîşa çekdarî li cemaeta mizgefta li Taxa Grange d’Orel e hat kirin, di encama êrîşa ku hat kirin de ji cemaeta mizgeftê 8 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin  li bajêra Avîgnona Fransayê di derdora seat 22.30an de  2 kesên çekdar êrîşî  cemaeta Mizgefta Reahmetê kirin, di encama êrîşê de 4 kes birîndar bûn. Her wiha hat diyarkirin kesên êrîşkar poştî ku 50 metro ji cihê bûyerê dûr ketin re di qeta duyemîn a avahiyekê de 4 kesên din jî birîndar kirin.

Ji bo kesên êrîşkar bên girtin operasyon hat destpêkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir