Evîndarên Pêxember li Diyarbekirê eyda hev pîroz kirin
Li Diyarbekirê ji teref Koordînatoriya Bajêra Diyarbekirê ya Platforma Evîndarên Pêxember ve bernameya pîrozbahiyê hat tertîpkirin. Eleqeyeke mezin nîşanîbernamê hat nîşandan.
Xelkê bajêr eleqeyeke mezin nîşanî bernameya ku li Parka Sumerê hat tertîpkirin dan. Bername bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir.
Arîkarên Serokê Giştî yên HUDA PARê Huseyîn Yilmaz û Halef Yilmaz, Endamê GÎKê Vedat Turgut, Serokê Bajêra Diyarbekirê Şeyhmus Tanrikulu, endamên Îttîhadul Ulemayê, malbatên girtî û şehîdan, temsîlkarên STKyan û welatî beşdarî bernamê bûn.
Di bernameya ku hat tertîpkirin de axavtin hatin kirin. Mela Kerbela Şanliyê ji alimên heremê diyar kir dema ku qala eydê tê kirin hezkirin û aştî tê bîra mirov. Her wiha Serokê Platforma Evîndarên Pêxember Adnan Akgonul jî di axavtina xwe ya ku di bernameya pîrozpahiyê kir de diyar kir eyd ji teref Xweda ji bo muminan îkramek in û ji ber vê yekê mirov kêfxweş bibe. Akgonul her wiha got ew hêvî dikin ku ev kêfxweşî daîm bibe.
Herî dawî Endamê Îttîhadul Ulemayê Evdilqudus Yalçin di derheqê girîngiya rojevê de axavtinek kir. Yalçin di axavtina xwe ya ku kir de ji Xweda niyaz kir ku ummet karibe li dora kelîmeyek tenê li hev kom bibe û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Digel ku Misliman di vê eydê de dilşikestî bin jî madem eyd ji bo sirûrê ye, pêwîst e em Mislimanan kêfxweş bikin.”(ÎLKHA)