• DOLAR 32.501
  • EURO 34.939
  • ALTIN 2439.752
  • ...
"Ew tiştên ku li Stenbolê qewimîne salên 90î anîn bîra me"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di wan rojên borî de Efrahîm Yakar û diya xwe li Stenbolê li rasta şiddeta polêsan hatin û îşkence li Efrahîm Yakarî hat kirin. Serokê Bajêra HUDA PARê yê Stenbolê Erdal Elîbuyuk di derheqê meselê de nirxandinan kir diyar kir ew werimandinên di laşê xort de salên 90î tînê bîra mirov.

Elîbuyuk diyar dema ku xebera bûyerê jê re hatiye dayîn  ew ji bo rewşa xortî hîn bibe hewil daye û nêzî 2 seatan xeber ji xort nestandiye. Elîbuyuk dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di van pelên dawî de wek mînak li Diyarbekir, Wan, Xarpêt û li bajarên din hinek bûyer diqewimin. Ev bûyer di nav ewlehiyê de hebûna hinek rêxistinan tînê bîra me. Biwêjek heye ‘Kesê ku devê wî ji şîr dişewite piş dike dew.’ Devê me ji şîr gelek zêde şewitî. Ji ber ku gelek birayên me li rasta bêedaletî û bêhiqûqiyê hatine û ji ber ku em jî li rasta van hatine ev tev de me dibin wan salan, wan tiştan tînê bîra me.”

 “Bi şikleke sistematik li qeraqolan seansên îşkence berdewam dikin”

Elîbuyuk di berdewama axavtina xwe de diyar kir piştî bûyerê şexsê wî bi xwe çûye ziyareta Efrahîm û xortên din ên ku li rasta şiddete hatine  ku ew tiştên ku wî ji wan guhdar kirine wan salên 90î anîne bîra wî. Elîbuyuk dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew bêhiqûqiyên ku di salên 90î de qewimîne ew qas di zihnên me de cihê xwe girtine. Di nîvê rê de sekinandina wesayîtê û lêgerîn normal e, lê ew helwesta ku polês li hember xortan nîşan dane  û li wan xistin…  Hayde em ê bibêjin heta vê derê polês bi hêrs hereket kirine. Bifikirin Arîkarê Midûrê Ewlehiya Stenbolê ketiye dewrê  û dîsa ji wan xeber nayê standin. Bi şikleke sistematik li qeraqolan seansên îşkence berdewam dikin.”

Elîbuyuk di  berdewama axavtina xwe de diyar kir divê lêpirsîn bê birêvebirin û gavên hiqûqî bên avêtin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir