• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Londrayê êrîş li Mislimanên ku ji camiyê derketin hat kirin: Miriyek 8 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Londraya paytexta Ingilistanê şofêrê mînîbûsekê wesayîtê li ser Mislimanên ku ji Mizgeftê  Finsbury Parkê derdiketin de ajot, di encama qezaya ku pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da û 2 jê giran tev de 8 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin êrîş derdora 00.30an de pêk hat û dermankirina birîndaran berdewam dike.

Li gor agahiyên ku kesên şahid ragihandine şofêrê mînîbûsê di derketina terawîn da gotiye ‘ez ê Mislimanan bikujim’ û wesayîtê bi ser Mislimanan de  ajotiye.

Polêsê Londrayê hêj piştrast nekiriye ka êrîş êrîşa terorê yan na. Her wiha  hat diyarkirin şofêrê êrîşkar hatiye binçavkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir