• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Li Portekîzê şewata daristanê: 43 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li herema ku 200 kîlometre dûrî Lîzbona paytexta Portekîzê ye  di daristanê de şewat derket. Di şewata ku derket de herî kêm 43 kes jiyana xwe ji dest dan. Ji bo şewat bê tefandin tev de 400 agirkuj hatin seferberkirin.

Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Karên Hundir ê Portekîzê ve hatiye dayîn de hat ragihandin temamê kesên ku jiyana xwe ji dest dane siwîl in û ji van hinek kes di wesayîtên xwe de mahsûr mane û di nav agir de şewitîne. Hat diyarkirin di şewatê de herî kêm 20 kes birîndar bûn û 2 kes jî winda bûne û malên li heremê zirar dîtine.

Li gor  daxuyaniya ku Serokwezîr Antonîo Conta daye ev şewata ku derketiye şewata herî mezin a van salên dawî ye.

Sedema şewatê hêj nayê zanîn.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir