• DOLAR 32.907
  • EURO 35.383
  • ALTIN 2461.648
  • ...
Li Manîsayê 570 esker bi jehrê ketin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Manîsayê 570 eskerên ku tê diyarkirin ji ber xwarinê bi jehrê ketine hatin rakirin nexweşxanê. Wezîrê Parastinê Fîkrî Işik di daxuyaniya ku di derbarê mijarê da de destnîşan kir hevpeymana  bi şîrketa xwarinê re hatiye fesihkirin  19 xebatkarên fîrmaya ku xwarinê tînê jî hatin binçavkirin.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin  li  Leşkergeha Arîf Seyhuna Manîsayê piştî şîva êvarî nêzî 570 eskeran ji gazin û lomayên cûrbecûr serî li revîra leşkergehê dan. Ji van 570 leşkeran 300 esker rakirin nexweşxaneyên bajêr û yên din jî di bin muşahedê de hatin girtin.

Waliyê Manîsayê Mustafa Hakan Guvençer diyar kir dibe ku hejmera kesên ku bi jehrê ketine zêde bibe lê rewşa wan ne xirab e.

Ji ber bûyera ku li Manîsayê qewimî Wezareta Tenduristiyê daxuyanî da û Wezîrê Parastinê Fîkrî Işik jî çû Manîsayê.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir