• DOLAR 32.558
  • EURO 34.979
  • ALTIN 2447.868
  • ...
Di saleke dawî de wesayîtên bi zirx bûn sedema herî kêm 15 bûyerên mirin û birîndarbûnê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Doh li Licêya Diyarbekirê wesayîta bi zirx li welatiya bi navê Pakîze Hazar qelibî bû û di encama qelibînê de Hazar jiyana xwe ji dest dabû. Piştî bûyera ku qewimî re  Sîbel Yîgîtalpa Parlamentera Diyarbekirê ya HDPê di derheqê mirin û birîndarbûnên ku ji ber wesayîtên bi zirx pêk tên de ji TBMMê re pêşniyazpirs hat dayîn.

Yîgîtalpa ku pêşniyazpirs da TBMMê di derheqê mijarê de diyar kir  di saleke dawî de wesayîtên bi zirx bûn sedema herî kêm 15 bûyerên mirin û birîndarbûnê û dû re van pirsên li jê re kir:

-Gelo di derhewê wê bûyera ku bû sedema mirina Pakîze Hazara 70 salî de lêpirsîn hat destpêkirin? Ger hatibe destpêkirin ev yek di derheqê kî de ye?

-Nasnameya şofêrê wê wesayîta bi zirx a ku bûye sedema mirina Pakîze Hazar ma hatiye tespîtkirin? Gelo me belgeya ajotinê ya wesayîta bi zirx a wî şofêrî heye?

-Gelo qeydên mobese, kamerayên ewlehiyê yên ku cihê bûyerê nîşan didin û yên kamerayên di wesayîta bi zirx de hene yan na, ma hûn bi raya giştî re parvekirina van dîmenan difikirin an an?

-Ji sala 2000an vir ve  hejmera wan birîndarbûn û mirinan ên ku di mahalên meskûn de wesayîtên bi zirx ji wan re bûne sedem çend in? Ji vê hejmera çend zarok in?

-Hejmera lêpirsînên ku di derheqê van hewadîsên ku  polês û esker bûne sedema mirin û birîndarbûnan çend ? Netîceya van bûye çi?

Weke ku dê bê bîran di 4ê Gulanan 2017an de li Silopiya Şirnexê wesayîta bi zirx li dîwara mala Mesût Yildirim qelibî bû û di encama bûyerê de 2 zarokên ku birayên hev bûn jiyana xwe ji dest dabûn û di derheqê bûyerê de polêsek hatibû girtin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir