Di derheqê êrîşên ku li Tahranê hatin kirin de 41 kes hatin binçavkirin
Wezareta Îstîxbarata Îranê ragihand di derheqê êrîşên ku li Tahranê hatin kirin de 41 kes hatin binçavkirin.
Di daxuyaniya ku ji teref Wezarata Îstîxbaratê ya Îranê ve hatiye dayîn de hat ragihandin bi hevkariya hinek malbatên kesên êrîşkar li Tahran, Kermanşah, Kurdistan û Azarbeycana Xerb operasyon hatin lidarxistin. Di encama operasyonên ku hatin lidarxistin de 41 kesên ku têkliya wan bi êrîşan re hebû hatin binçavkirin.
Weke ku dê bê bîran berî vê çend rojan lu Tahranê êrîşên çekdarî û bombeyî li Meclîsa Îranê û Turbeya Îmam Hamaney hatibûn kirin û di êrîşan de 17 kes jiyana xwe ji dest dabûn û zêdeirî 53 kesan jî birîndar bûbûn.(ÎLKHA)